Add to playlist
Lyrics
Pir Egîd hatin cîhan Pir bi dijwarî û giran Ta kû evîna cîhan Bi xweserî û ziman Berxwedan berxwedan Li Kurdistan berxwedan
Lê Egîdên Kurdistan Xwedîyên hiş û raman Ji zinaran zîle dan Ji zorê hatin avdan Berxwedan berxwedan Li Kurdistan berxwedan
Hate roja tîrêjan Pirolotarîya cîhan Evîndarî û serhildan Ji tere gelê Kurdistan Berxwedan berxwedan Li Kurdistan berxwedan
Lê Egîdek pir ciwan Bi xwe çêkir berxwedan Vexwerê şerê giran Hişbirê contê Tirkan Berxwedan berxwedan Li Kurdistan berxwedan
Li avadara qehreman Wek Kawayê Kurdistan Xwe ji me re kir nîşan Ji bo rizgarîya niştîman Berxwedan berxwedan Li Kurdistan berxwedan
Rabe gelê bê ziman Bavê Xeyrî û Doxan Hate heval Ocelan Tu jî bike berxwedan Berxwedan berxwedan Tu jî bike berxwedan …………………………………………………………

Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.