Add to playlist
Lyrics
Xeberek hatî ji diyarê Sason Dîsa birînên kevin li cerg û dilan vebûn Agir beda ye hinav û dilane Mîna pêt agirê bi dumane. Çiyayê Sasonê digirt e berf û duman Qehremanên Kurdan hêlîn tê de kolan Di şevika reş û tarî, çemberên kedxweran li dorê gerî Serî li hember dujmin rakirin Çiyayê Sasonê bi xwînê sor kirin Dema leşkerên dewletê, haware dihatin bi hezara Cahîd gazî dikir li heft hogir û hevala Çeka xwe li hember neyar kişandin Bi hêrs û nifrîna xwe dujmin tirsandin Heşt hevala canê xwe dan, Sason kirin keleha berxwedan.
Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.