Listeye ekle

Sözler

Xeberek hatî ji diyarê Sason Dîsa birînên kevin li cerg û dilan vebûn Agir beda ye hinav û dilane Mîna pêt agirê bi dumane. Çiyayê Sasonê digirt e berf û duman Qehremanên Kurdan hêlîn tê de kolan

Di şevika reş û tarî, çemberên kedxweran li dorê gerî Serî li hember dujmin rakirin Çiyayê Sasonê bi xwînê sor kirin

Dema leşkerên dewletê, haware dihatin bi hezara Cahîd gazî dikir li heft hogir û hevala

Çeka xwe li hember neyar kişandin Bi hêrs û nifrîna xwe dujmin tirsandin Heşt hevala canê xwe dan, Sason kirin keleha berxwedan

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.