Add to playlist
Lyrics
Bîranîna dîrokê naçê qet ji bîra min Evîna azadiyê xwe berdaye dilê min Ew dara Ferhad çandî îro bûye siha min Soza Dicle û Baran soz be bibe soza min
Erê welatê bindest dijî zora mîtinger Jîna te reş û tarî li bin darê dagirker Bi hezara xort û keç ji bo te dikin tevger Lewra Dicle û Baran Ferhad bûne şoreşger
Bila dunya bibhîze şoreşa gel ava ye Çiya û dîrok şahid in berxwedana şêra ye Dengê şehîdê kurda li cîhanê deng daye Şûna yekî hezar in rih û can gorî wa ye

Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.