Listeye ekle
Xelîl Xemgîn 3 takipçi

Sözler

Ji kaniya evînê me, ji axa jînê Giyanê min ji agire, ji ava vînê Li her derê heme, wek bayê evînê Tirêjekim ji rojê me, ji gerim û tînê

Ne mirîme, ne zindîme, birîndarim ez Li ber keda şehîdan, nobedarim ez li her derê

Puk û berfa çiya xwarin, dest û piyên min Mayîna bêbext vemirand, ronî ya çavên min Mija reş hat û xwe pêça, li hinavên min Çar dîwaran guviştine, bejn û bala min

Ne mirîme , ne zindîme, birîndar im ez Li ber keda şehîdan, nobedarim ez  li her derê

Tîna agirê zerdeştim, dengê derwêşim Ez xemla Adara sohrim, şahî û êşim Awaza evîna bindest, meşa dirêjim Ahenga hêstirên dayîkan, ji were dibêjim.

Ne mirîme, ne zindîme, birîndar im ez Li ber keda şehîdan, nobedarim li her derê

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.