Listeye ekle
Rotînda 7 takipçi

Sözler

Dimeşî dimeşî, naqedin çîya Pir bilindin Zagros, bi qasî xweda Kurêjaro, Govendê, Cîlo û Çarçela Sê perçên Kurdistan digêhêjin hev li vira Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars Desthildarî nestandin li ser wan çîyan, Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî, Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars Desthildarî nestandin li ser wan çîyan Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî, Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî Qonaxa şêrwananî tu Çarçela, Nav girê Zagros da ya herî delalî. Çîroka Çarçela pir bi jane, Çarçela wek çar perçê Kurdistane. Çar demsal Çarçela, bi berf di xemilî, Bihuşta Zagrosan tuyî Çarçela. Wek pola, hêlîna hevalani, Diparêzin gerîla, bijî Çarçela. Zagros cîhê zayîya mirovahîyêye, Pîroze li wir jîyan, pir kevne dîrok. Rengîne xweza li wir, bi xeml in zinar, Şanzdeh hezar çîçek dijîn ser Zagrosan. Rengîne xweza li wir, bi xeml in zinar, Şanzdeh hezar çîçek dijîn ser Zagrosan. Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars Desthildarî nestandin li serê wan çîyan, Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî, Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî. Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars Desthildarî nestandin li serê wan çîyan, Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî, Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî Qonaxa şêrwananî tu Çarçela, Nav girê Zagros da ya herî delalî. Çîroka Çarçela pir bi jane, Çarçela wek çar perçê Kurdistan e. Çar demsal Çarçela, bi berf di xemilî, Bihuşta Zagrosan tuyî Çarçela. Wek pola, hêlîna hevalani Diparêzin gerîla, bijî Çarçela.

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.