Listeye ekle
Xelîl Xemgîn 3 takipçi

Sözler

Îro cerxa şoreşê fireh digerinê Li qadên cîhanê deng dilerzînê Destarê proleter hûr diherînê Kedxwarî û nukeran ji qada hiltînê

Tovê jiyanê reşandin, li qadan şîn didan Sumbula sax didan, bi dengê partizan Pelên bayê herikandin ji nav dilê çiya Rabûn ser piya, jîn dan Kurdistan

Ji nav diwarê zîndana heya serê ciya Hildan ala sor, berxwedan jiyan Rê ronahî rêber têda, xwîna sehîda Rêberê meye partiya karkeran

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.