Listeye ekle

Sözler

Çiyayê Gabaro, çiyayê Gebaro Ax tim bi derdo, bi kul û hawaro

Tu ji xwe re bike piştî û baro Ema ne bê cî mane bêwaro(2)

Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min têşê ji derdê dinyayê

Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê

Çiyayê Gabaro çiyakî bilind î Tu wê hêlîna şêr û piling î

Çiyayê Kurda yî, bi nav û deng î Çima bindest bî, ta heya kengî? Çiyayê Kurda yî, bi nav û deng î Çima bindest bî, ta heya kengî?

Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min têşê ji derdê dinyayê Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê

Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.