Add to playlist
Şivan Perwer 1 follower

Lyrics

Çiyayê Dêrsîm pûkê da ser, li me rabûn bi singiyan esker Xera kirin, talan kirin, kuştin zarok û jin sêser

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman Di ber xwe birin mal û can Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Dilo miletê me kurda lo pir kişand ji destê Mogolan Dilo miletê me kurda pir kişand ji destê Contirkan Ger em yek kes jî bimînin dîsa naxwazin Contirkan

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman Di ber xwe birin mal û can Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Dilo nabe wanî nabe, lo hêz bide xwe de tu rabe Di şer û gaziya me bira dinya alem tev pê rabe

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman Di ber xwe birin mal û can Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Comments

No comments yet. Be the first.