Add to playlist
Lyrics
Xezala çiyayê Cûdî Beybûna deşta Silopî Her têlek ji porên te Bûye rengê ala Medî Bûye rengê xaka Medî Tu rûkena Gerîla Dîlana serê çiya Tu sozdara hevalan Kenê rûyê minalan Nergîz û beybûna dila Ey xemla hemû demsala Tu ax û av, agir û ba Diyariya dayika xweza Kezî xeleka rojê Rûheyva tarî şevê Ji canê xwe can da dozê Stêrka berbanga sibê Tu rûkena Gerîla Dîlana serê çiya Tu sozdara hevalan Kenê rûyê minalan

Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.