Add to playlist
Lyrics
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Tu tiştek nizanî. Hê jî diaxifî Tu tiştek nadî. Hê jî dixwazî Tiştekî nakî. Dixwazî bibî tiştekî Tu herkesî dibînî Lê tu xwe nabînî Dikevî nav her gû yî Çirr çirra mêş Difikire ez mirime Ji ber xwe nadim pêş Tim berçava Xwe vedişêrim ji wênekêş Ez jî mirov im bi dilê kul û êş Bi qencî xirabi Herkes tê ser te diaxife (Xweşik e! Ne xweşik e! Çi qelewe! çi zeyîfe! Ji te re çi ye? Qey tê werî min bixwazî? Benîştê devê xelkê Kê halê min pirsiye? Çawa me, Rewşa mi çi ye? Xema kî ye? (Em wêneyek bigrin De bibînin min te dî ye!) Ji te re sekinî me. Ez heykel im û xilas Merheba ji te re jî Ez başim spas
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Herî baş bo min? An herî baş bo te? Pêşî bibe heval Îda bide bistêne Tu yekî baş nas nekê Heneka neke Bi tiştên beredayî Dema min xerc neke Qey serê min li ser masa te ye? Ma nan û mast e? Tu ne dimsî na Xwe nexe nav de Te xwendiye bihîstiye Ji te we ye ku rast e? Kê şagirt e? Herkes bû ye mamoste Rexne be serçava Lê li qisûra negere Şîreta ku pêş nexê Nebêje çêtire (Ka vê bike! Ka wê bike! Ka stranek bêje lo! Tu wekidî ne lazim î Tu bistrê Serhado!) Haho. Wele jiyan ji te re xweş e Ji xwe re rûniştiye Ji min re dibêje bimeşe Ez bêjim ev spî ye Tê bêjî reş e Dinya mezin e Tu dendikê zebeşa
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê? Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê? Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê? Ez bêjim dev jê berde herî baş! Ê?
Ez tovek diçînim Kes nabêje qewet be Lê herkes tê Wexta fekî dide Dara min dibîne Tê kevirê xwe tavêje Fêm nake çi dibêjim Vê min bîne rê!? Ser riya min bijartî Pêşiya min disekne Ez dimeşim bi bawerî Kê biseknê vê bikevê Nikarim bi zorê Xwe bidim hez kirin. Ezê rastiya xwe bêjim Bila ji min nefret bikin Ba misilmana kafirim Ba êzîdiya misilman Kê bi kîjan çavî girtiye pîvan? Rastiya te rastiya min Nake yek encam Ez ez im. Min nexê nav nexşeke temam! Civakekî azad ji şexsekî ferztir e Huner. Ji hunermendan mezintir e Herkes karê xwe dike Tu jî li yê xwe binêre Dora me tije dijmin e We çi ji min e?
Yê go karê xwe dike bê ê. Yê pêşî li xwe dinêre bê ê. Yê ji birayê xwe re dixwaze bê ê. Yê jê nehesidê bê ê. Yê ser rêka xwe be bê ê. Yê tepsika xwe dinêrê bê ê. Yê hê ser piya be bê ê. Yê spasdarê bê ê. Yê ku hez ji xwe dike bê ê. Yê ber xwe dide bê ê. Yê nekevê pey peyva bê ê. Yê bê hesab nêz bibe bê ê. Yê hevalê baş be bê ê. Yê ji fesadiya aciz be bê ê. Yê li bûyera nagere bê ê. Kê çi bêje bê ê. Ê!

Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.