Listeye ekle
Koma Çiya 4 takipçi

Sözler

Ha werin rojê, li me sitar û jiyan e. Bihar e, Bihara Mezrabotan e, Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û aşûr û sûryan û turkmen li hev civiyane Şahiya xwebûnê ye, dîlan e

Awazek tê ji rojava Şoreşa kurdistanê ye Xemla wan bi torîn e Cenga wan şewqa rojê ye

Roj li Rojava hilberî Genim, simbil rabû ser, êdî Ked û heyfa, salên zorî Li bin dera gela raperîn

Nasnake benda serdestî Diherike ber bi azadî Va ye îro nûjen dibe Dîroka resen Kurdîstanê

Pêşkevin em serfirazin milletê kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna kurdî Ax milletê kurdî, ax milletê kurdî

Biheşta welatê jînê Nirxê mirovahî canfîde Bi tîna evîna rojê Xweserîya hebûnê saz dibe

Lê dide dilê Kurdistan Bi rihê cangorîyên dozê Pêl bi pêl mezin dibe Diherike şoreşa viyanê

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.