Add to playlist
Koma şehid avînar 0 followers

Lyrics

Em tîrêj ên rojê ne, rêwîyên azadîyê ne, Dilên me de hêvîyên mẹ, bîr û bawerîyên me, Em keçên Apo ne evîndarê çîyayan, Destên me de çekên me diçine ser neyaran,

Ji bo dîrok ji nû ve bê nivîsandin, Bi xwîna xwe jîyanek nû ava dikin, Ji bo dîrok ji nû ve bê nivîsandin, Bi xwîna xwe jîyanek nû ava dikin,

Nûda bû fermandar a YJA-Star, Gulbahar bû helbest a evîna welat, Nûda bû fermandar a YJA-Star, Gulbahar bû helbest a evîna welat,

Roza keça Garzanê, kulîlka berxwedanê, Roza keça Garzanê, kulîlka berxwedanê, Dîcleyê bi xwîna xwe Serhad xemiland, Dîcleyê bi xwîna xwe Serhad xemiland,

Ew pakrewanên welat, wateya jîna menin, Ew heyva şevên tarî, şervanên rojên giran, Em govendê digerînin van çîya û her deran, Em kedkar û sondxwarin azadîya Kurdistan,

Em keçên ku şer dikin ji bo evîna Beritan, Em kedkar û sondxwarin azadîya Ocalan, Em keçên ku şer dikin ji bo evîna Beritan, Em kedkar û sondxwarin azadîya Ocalan,

Zîlan çirûskek rojê volkana azadîyê, Zelal, Yildiz û Gulan mertalên hevaltîyê, Zîlan çirûskek rojê volkana azadîyê, Zelal, Yildiz û Gulan mertalên hevaltîyê,

Sorxwîn, Ezîme û Şîlan şewata dilê Vîyan, Sorxwîn, Ezîme û Şîlan şewata dilê Vîyan, Destên Nûcan xewnên xwe Dersim xemiland, Destên Nûcan xewnên xwe Dersim xemiland, Destên Nûcan xewnên xwe Dersim xemiland

Comments

No comments yet. Be the first.