Têxe lîsteyê
Gotin
Bi hêvî ez ji tere bûm heval, Gelo ma tenê ewe mêvan, Ketim nava zimanên kûr û dûr, Bê çare me ji destê van, Bi herkîna destana, Gelahîjên asîmanên me, Sîper bû mîna Pîro Herekol, Rengîn bûn mîna kela Memê, Ji ehle bi herkîna Dîjle re dihat, Di dilê wî da keserên hezarê salan, Di bûhûşta xweda sînor nasnedikirin, Ji Botan ber bi deryaya spî, Dersim ta deryaya reş, Gav bi gav mêz dikir axa Mezabotamya, Ji Egîd ra heval, Ji rojê ra evîndar, Ji xewka xwere yar,
Diherikî destanê romana evînê, Çirûsk xûnav û dilopek, Ji deryaya jînê, Diherikî destanê romana evînê, Çirûsk xûnav û dilopek, Ji deryaya jînê,
Îbrahîm dîrok xemiland, Bi xwîna zelal, Bi hêvî bû tim şîyar bû, Ew çavên delal, Tu bûy qêrîna birînê hezarê salan, Tu bûy rêhevalê Egîdê zana,
Herikîn serserê Zapa tolhildan û evînê, Vaye bejn ditewîyan ji kederan xeyîdînê, Herikîn serserê Zapa tolhildan û evînê, Vaye bejn ditewîyan ji kederan xeyîdînê
Îbrahîm dîrok xemiland, Bi xwîna zelal, Bi hêvî bû tim şîyar bû, Ew çavên delal, Tu bûy qêrîna birînê hezarê salan, Tu bûy rêhevalê Egîdê zana,
Li berbanga sibê bi rê ket, Kerwanê evîna Rojê, Nema dojeh li ser axa bûhûşta rojê, Li berbanga sibê bi rê ket, Kerwanê evîna Rojê, Nema dojeh li ser axa bûhûşta rojê,
Hewar bike dayîka dilşad, Nebarîne xûnavên zêrî, Hewar bike bi qîre, Bihejîne vê çerxê, Bihejîne dewrana kû çep digerî, Jê re bêje dayê, Ma qedere tû ji xelkê re dost ji xwere neyar, Ey dîroka bi xapînok, Bersiv bide qîra dayîka min, Bê deng nemîne li berbanga min, Ji min ra bêje navnîşana Egîda, Ji min ra bêje warê kerwanên azadîyê, Dayê bi dilşadî hêz bide, Li ser min şînî negerîne, Miraqek min hebe, Ew jî ji wan her dû lêvên teyî delal ewê tilîlîyek be, Ewê tilîlîyek be dayê.

Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.