Têxe lîsteyê
Xelîl Xemgîn 3 şopîner

Gotin

Ji bona herkesek yarek, heye ê me welat yare. Belê çibkim, di destê dijminê xwînxwerî xedar e. Çiqas pesnên giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn. Çeleng û nazik û şenge, şepal û şox û cebare.

Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuştin.

Tilsma ser devê genca, disînga min de reş mare. Çi zanî qêmeta wê şeng û şoxê, dijminê bêbext.

Ne wek min dil bi top û awirên yarê birîndare.

Heger çendî bi dest dijmin, were yara min a şêrîn. Bi navê wê bilnd bûme, hiham gerdunê seyare. Bi wan lêvên şekerbarîn, bi min da soz û peymanek. Ji min pêve ku dil nede, kesî ew yara bê çare.

Eve soza min jî pê re, ku dil herdem bidim desta. Natirsim ez ji zîndan û ji lêdan û ben û dare.

Li ser her kavilî runim, bikim qêrîn, heya herkes.. Ber pozê xwe deynê wê, gula nuh pişkivî û xare.

Di govenda me de herkes, bi dilşadî bikin dîlan. Li şuna hêstirên çavan, xuşîn bên coh û cobare.

Eve soza min jî Dîlber, heger bimrim di vê rê de. Ji vê dunya xweş û şêrîn, Cegerxwîn jî ne bê par e.

Şîrove

Hîn şîrove tune. Yekem be.