Têxe lîsteyê
Koma Asmîn

Gotin

Ez keç im keça kurda me Kulîlka serê lawa me Rîhana deşt û çema me Lawiko ez bêrîvan im

Delalê tu xwînşêrîn î Dil req î lêv hingivîn î ?"Me şornezda" wan dibînî Bêriyê w'ez evîndar im

Lawiko evînî şerm e Gelek e bi tirs û zehm e Evînî guneh li dev me Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêjin rihanê Kulilka heyva gulanê Rizana xweşiya jîyanê Bêriyê w'ez evîndar im

Lawiko were mala me Min bixwaze serkê gula me Gustilyê bike tilîya min Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêje bavê xwe Dil bide *dewlet* serê xwe Qayil ke delal dilê xwe Bêriyê w'ez evîndar im

Ez keç im keça kurda me Kulîlka serê lawa me Rîhana deşt û çema me Lawiko ez bêrîvan im

Şîrove

Hîn şîrove tune. Yekem be.