Têxe lîsteyê
Koma Armanc

Gotin

Ez xerîbê welata me Dilovînê çavê we me Gula sor û çelmisiya me Bi dûr keti me ji xwidîya me Ez xerîbê welata me

Min bîrê kir nanê sêlê Firavîna li ber palê Şev pîrtû me derbas dibû Bi çîroka pîr û kalê Ez xerîbê welata me

Ez xerîbê welata me Dilovînê çavê we me Gula sor û çelmisiya me Bi dûr keti me ji xwidîya me

Ez şivan bûm, şivanê pez Min ber dida nav dehl û rez Dema pez ve digerî mal Ji zengil dihat xweş awaz Ez xerîbê welata me

Ez xerîbê welata me Dilovînê çavê we me Gula sor û çelmisiya me Bi dûr keti me ji xwidîya me

Pez kom dibûn li ser bîrê Av ve dixwar piştî çêrê Keçik dihatin birîyê Dima li benda evîndarê Ez xerîbê welata me

Ez xerîbê welata me Dilovînê çavê we me Gula sor û çelmisiya me Bi dûr keti me ji xwidîya me

Şîrove

Hîn şîrove tune. Yekem be.