Listeye ekle
Karapetê Xaço 3 takipçi

Sözler

Heylo heylo heylo heylo heylo heylo Heylo heylo heylo heylo Şemê rebenê Şemê digo Filîto lawo Li me hatî karwanê xwê yo Daniye li Kaniya Badereşê Lawo ser avêyo Şemê rebenê Dibê Filîtê Quto gelo digere Dîsa li xirabiyê Şemê rebenê Şemê digo Filîto lawo dilê minê Wê dil dibêyo Ne min go lawo neçe pêşiya vî terş û tarişan De terş û talişî gune ne Çavê jin û zarê wana qerimî ne Wa li rêyo Şemê rebenê Heylo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Şemê digo Filîto min go Lawo karwan hato ji Bilêderê Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî Li xulam û xizmetkara digo bavê kî no Hûnê bara biqelêbin bikevine berê Minê rojekê dua dikir Serê min û Filîtê Quto kurê Şemê Li Panava Qîre dîsa di hev de derê Şemê rebenê Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîre Heta Delana Paşo çend neqeb e Dibê mertala bavê Hesen lawo Gelo sorî gulkî bi keb e Herçî şerê Bavê Hesen tê de ye Daîm Qetilxwîn e bi xezeb e lê Şemê rebenê Filîtê Quto bi sê denga Dikir gazî li Mamê Elî Etmankî Digo lawo hêstira pêşî Hêstira paşî deyne baca rêyo Xulam û xizmetkara digot Gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî Hêstira paşî bidine Filîtê Quto Bila bibe qelenê diya xwe ye Şemikê lo Lê Şemê rebenê Şemê digo Filîto lawo roja me derketî Wî ji Anedolê Şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim Tapiya Biro mertala Bavê Hesen gulkê dorê Ji xêra mala Xwedê re Gavê li bavê Hesenî Talekî û pêşîrtengî Bira tê derketa çend peyayê Mala Hesen Korê Şemê rebenê. Şemê digo Filîto lawo Karwan temam dibên em karwanî ne Bila ji Mamê Elî Etmankî pêştir Ji karwan û bazirgana Li welat û şaristana negerîne Îro derbekê dayê Li bejn û bala Filîtê Quto Li bavê Hesenî tal e Û ka mêra ji mala wana ditepîne Lê Şemê rebenê

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.