Listeye ekle
Koma Cûdî 3 takipçi

Sözler

Guhdar, Mehsûm û Aras her hûn sax in Dara we tev ber û trih û şax in We xemiland xaka me bi sorgul Pîroz be ku we xwîn daye vî baxî

Gelê me hêlîna xwe çêkir Deriyê jiyanê we ji bo me vekir Riya serxwebûnê we li ber me da We bingihê azadiya me lêkir

Ji gel re hûn xweş ronak û çirax in Roja cengê li meydana lehing in Parêzvanê welst şahsiwar in Li ser dijmin bû wek dax in

Bi wê xwîna we dayî em ê bînin ser Bi milyona li pey doza we gelek hene Ew ê alê rakin welat azad kin Bi can û bi xwîn bi we re ey xetîra şer

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.