Add to playlist
Lyrics
Ne tîr û ne xencer bû Ne mar û ne ejder bû Bihna Gulê ez kuştim Ne şûr û ne şeşder bû
Ne kanî ne robar e Dinê êvar û sar e Rûyê Gulê ez kuştim Erd evraz e û xwar e
Dinê bêdeng û zer bû Û tirba min li der bû Çavên Gulê ez kuştim Ne êrîş bû ne şer bû
Çiya berf û dûman e Gul û sosin ne mane Rengê Gulê ez kuştim Yê dimire beran e
Gulê bêdil î bêcan Gulê e hakim û sultan Sînga gulê ez kuştim Gulê rovî û şeytan
Gulê bêdeng û bênaz Gulê bêkir û awaz Dengê Gulê ez kuştim Gulê govend Gulê saz

Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.