Add to playlist
Diyar Dersîm 1 follower

Lyrics

Ey pîrê mezin pîrê dilê min Tu yî roja bi nûr li ezmanê min Ewrên reş digerin li ser serê min Dixwazin tîna te tev dûr xin ji min Hawar pîro hawar gelek zor da me Dihejmêrim rojan li benda te me Te ked û şewq da jiyan da darê Te ji gorê rakir em xistine vê rê Dixwazin dara me tev da bînin xwarê Destik zilma dinê destik kurmê darê Her roj tu yî hiltêyî li berbanga min Dibî hêvî û hêz dikevî dilê min Heta bijîm pîro tu yî stirana min Tu yî azadiya min tu yî jiyana min Tu yî azadiya min tu yî jiyana min Hawar pîro hawar gelek zor da me dihejmêrim rojan li benda te me

Comments

No comments yet. Be the first.