Add to playlist
Mûfîde Hemdî 0 followers

Lyrics

Bipirsin ji ba û bablîsoka, Ji we re bêje çend çîroka Çîroka refê kewên gozel, li xwe kirin cilê leşker Bi firê kirin jinên hejar, rizgar kirin ji nav çar dîwarên koledar Ew keça kurdîboz, dijmin ji ber rê dikir toz..

Bejna û bala zirav bi çek û rextan xemland Serbilindiya Kurda, baweriya hevala, sebra ber dilê dayika

Keziyên pîroz rizgar kirin ji qedera reşî bi bahoz Bar hilgirtin ser mila, da hildin heyfa sala Dil kirin cihê meskenê, ji bo jin û zarokên serdemê

De rabin dest bidin çavreşa, birîqelem wan por bi heneya Rê nedin desthilatdara, werin nêçîra karxezala... Hûn in pîrozî Hûn in xwedî Hûn in Azadî YPJ hebûna sermedî…

Sûnd bi Sosin û Sakîneya, heta dunya hebe jin jiyan e Ji xurtiya tilîliya te, dijmin çogan li erdê pan dike De wan çavên kul derman bike, reşmarên hov talan bike..

Comments

No comments yet. Be the first.