Add to playlist
Koma Cûdî 3 followers

Lyrics

Hevalên Hêja Em tucar li ser we nagirîn Em nepoşman in bi wê cûna we Çimkî hûn hêviya me ne Hûn hêzbûna me ne Hûn hebûna me ne Hûn jiyana me ne Hûn tucar nayên jibîrkirin rêzanên kurdan

Heval Mihyedîn rêber û şervan Heval Mihyedîn hostayê pakjîn Bi ger û liv bûyî her gav û her bîn Tu ji bîra naçî evîndarê jîn

Hevalê Zinar jîr û jêhat î Pir lehing î pilingê lat î Ji bo gelê Kurd stêra welat î Tola mezin î tu serbilind î

Hevalê Ehmed tu sax î namirî Kurê Dêrikê tu stêr û find î Dîroka Kurd de nexşa leşker î Riya te pîroz tu pîrozber î

Evîna we kûr welat yara we Daxwaz mezin bû qelen xwîna we Berê we kir doz em jî bi riya we Em ê pêkbînin vê daxwaza we

Comments

No comments yet. Be the first.