Add to playlist
Koma Amed 4 followers

Lyrics

Em ji çiyan derketine dimeşin, dimeşin li benda me serkeftine Tev hazir kin meşaleyan, li ber deriyê bajaran Ji bo şahiya azadiyê ref bi ref dîlan çêkin Bê dawî ye jiyana me bê mirin e giyana me Hûn alan ref bi ref rakin Gel wê derkeve ji tariya tirsê, gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê, jiyanek nû ava kin bi evînê Dilên me ji hesinê sor çêbûne, milên me bi çekên azad rabûn Gerîla hêza jiyanê, şênahiya ber baranê, bereket av û nanê me Pêl ser pêl bidin bo gel, diherike robar zeman şên dike rûyê zozanan Gul wê pêl bi pêl vebin Gel wê derkeve ji tariya tirsê, gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê, aşitiyê ava kin bi evînê Ba ji ku tê em jî ji wê derê tên, roj ji ku tê em jî ji wêderê tên Tev hazir bin bo mihrîcan, mihrîcana me kedkaran Wa dawiya zilimkaran tê, gor bi gor vekin bo wan Ne hêsane armanca me, pir dijwar e şoreşa me Em ê wê dor bi dor çêkin Gel wê derkeve ji tariya tirsê, gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê, armanc jiyaneke sosyalîst Em ê herin ber agirê sefkeftinê, sosyalîzmê ava kin bi evînê

Comments

No comments yet. Be the first.