Add to playlist
Siyabend 0 followers

Lyrics

Lê digerim lê digerim Lê digerim lê digerim Navê min çiyê lê digerim Eslê min kiyê lê digerim Tu carek dîrokê ve ke Nav û nîşanan mêze ke Hîngê tê xweştir bi bînî Serhildanê min geleke Ji kardoxa ta ku loran Ji kelhur û heta goran Di dîroka medyayê da Hatin xalk kurmanc û soran Lê digerim lê digerim Lê digerim lê digerim Navê min çiyê lê digerim Eslê min kiyê lê digerim Hezar salê ez di şerim Helbesta melayê cizîrî Va li benda şêxê xellî Li gurzê rustemê zalî Li hewara şêxê galî Ez im pêşmergekî çiya Ez im ava gula gelya Ez dersim û agîrî me Ez zîlan û koçgirî me

Comments

No comments yet. Be the first.