Listeye ekle
Mehmet Atlı 1 takipçi

Sözler

Wêneyên klîbe ji filmê Arîn Înan Arslan a bi navê SÎ û BA hate girtin. Spasî ji bo Arîn Înan Arslan...

PISMAMO

Lolo Pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leşkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweşmêra j’hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te j’te bî Çarika minê reş li serê te bî Roja lêdanê mêr be l’meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî

Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke L’pişta xwe girêde rext û fişeke Pisamê min î, dotmama te me Mi j’te re kil dane çavên beleke

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.