Têxe lîsteyê
Koma Cûdî 3 şopîner

Gotin

Tê min dengê lingên pêşmerge Xur, xur tê ji çek û tiveng e Dibêjin, dibêjin pêşmerge Herdem herdem bi şer û ceng e

Ji çiyê tê dengek bilind Deng vedaye li bajar û gund Pêşmerge ne dest bi çek in Rêz bi rêzin girtin govend

Partîzanên qehreman in Bi bawerî him dilovan in Rêça rastiyê hilbijartin Ji bo serxwebûnê xwîn rijandin

Pêşmergê Kurdistan pêşmerge Pişt bi rext li destan tiveng e Azadiya me bi destê we ye Wa ye war kirin şîn reng e

Şîrove

Hîn şîrove tune. Yekem be.