Add to playlist

Lyrics

Ji tîrêjên roja azad gul bişkivîne Çiyayê me bejin tewand qêr û axîne Rabe heval dil birîn e, botan hêlîn e Vaye şêran diafrîne Wana rengîn e

Besta li ser we xemgîn e, Qato bi nalîn e Feraşînê tilîlî ne, Cûdî dihejîne Qurtayê min bi eşq û evîn e, dayê negrîne Dayê negrîne

Evîna we ax û jîn e, keser dixwîne Li ezmanan stêrka geş e, rojê dibîne Rabe heval dil birîn e, botan hêlîn e Vaye şêran diafrîne Wana rengîn e Soza wan daye Egîdan, bi can bixwîne Feda kirin ji bo dozê, canê şirîn e

Besta li ser we xemgîn e, Qato bi nalîn e Feraşînê tilîlî ne, Cûdî dihejîne Qurtayê min bi eşq û evîn e, dayê negrîne Dayê negrîne

Comments

No comments yet. Be the first.