Listeye ekle
Sözler
Nav çiya û zinaran Pey dilê kovî mame Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan Deşta dûr pir dûr e Li rojava destara Derdan e hêviya min dîtinek bû
Ji vê refê neqetiyam tevlî wê firiyam Wek koçeran geriyam bin baranê de Henasê min bi vedeng e Gava min bê deng e Mêwa giyanê min lal e
Siwar hatin ji zozanan Girtin serkêşiya dîlanan Desmala rengîn destana Mijê hey baranê Dotmaman xwe hilba kirin Pispaman çog nîvçog kirin Desmal dane destê xalana Pûkê hey leylanê
Rê kor e û pir sar e Heyv li jor mat maye Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam Hespê boz dijene Ber bi jora jor ve Nav ewrên giyanan de dinhêre
Destê min ji te nabe Lê pir, pir dereng e Ji te re malekê ji kevrokan ava dikim Deriyê wê şilêr be Banê wê morîk be Çira wê pêjna te
Siwar hatin ji zozanan Girtin serkêşiya dîlanan Desmala rengîn destana Mijê baranê Dotmaman xwe hilba kirin Pispaman çog nîvçog kirin Desmal dane destê xalana Pûkê û leylanê
Yorumlar
Yorum yapmak için giriş yap. Giriş
Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.