Têxe lîsteyê
Gotin
Tu stêrka rêya heqîqetê Li lûtkeyan ala felatê Tu şewqa jiyan û heyatê Hilat î li giyanê miletê
Sema û Viyan bihara te Mazlum û Kemal her tim sebra te Ew xeleka ar e li hembêza te
Sema û Viyan bihara te Mazlum û Kemal her tim sebra te Ew serfiraz e jiyana me bi te
Tu di reştariyê de ronî Di hestan de rûbar û kanî Tu Med î, rêya azadiyê Di dil de tim vîn û şiyan î
Zanyarê xwebûna gerdûnê Rêberê rûmeta hebûnê Tu cewherê ruhê cîhanê Tu pêşengê berxwedana vînê
Sema û Viyan bihara te Mazlum û Kemal her tim sebra te Ew xeleka ar e li hembêza te
Sema û Viyan bihara te Mazlum û Kemal her tim sebra te Ew serfiraz e jiyana me bi te
Rabin berê xwe bidin rojê Li war û welatê vê dozê Tacîdar kin bi azadiyê Bihonin tevnê siberojê

Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.