Add to playlist
Xelîl Xemgîn 3 followers

Lyrics

Tîn û germa havînê Ji qermûşa birînê Ji etona qurşînê Ji qermûçkên eniyan Bêhna cilê gundiyan Ji qêrîna sêwî yan. Bêhna te dikim, lê dayê.

Rojên cejn û sersalan

Ji dayîkên hevalan Ji axîn û mitalan Ji qêrîna Helepça Damarên bin kelepça Ji zora hov û hirçan Bêhna te dikim, lê dayê.

Ji dîliyên zîndana Ji arê bejna ciwana Ji nav stêrên ezmana

Gava dergûş dihejin

Dayîk lorîkan dibêjin Bê tirs şîrê xwe dimijin Bêhna te dikim, lê dayê.

Comments

No comments yet. Be the first.