Add to playlist

Lyrics

Car caran ji bo Xweda ketin li Kerbela Car caran ji bo însan ketin çarmixa Îsa Yek caran hember Dehaq bûn hesinkar Kawa Îro li ser Zagrosan bûn mîhraca insan Roja şahmerdan im çar aliyê Kurdistan Destpêk welatê xwe jîn bikin hemû cîhan

Bûn şefeqa însan ber erd û ezman da Em Şêr Elî Şêr in Sêwas û Dêrsim da Neqşa ewliyanan ser erdê Kurdan da Em bûn sond û peyman îqrara merdan da

Car caran Zerdeşt im yekem min dît Xweda Pir caran em darxistin barbarê wan romiyan Em bûn Şêx Bedreddîn û Xellacê Mansûr Îro li ser Cudî da bûn murşîdê însan Şehîd in serwar in çar aliyê Kurdistan Tîr in em tîrêj in ronî bikin hemû cîhan

Em bûn Spartakus ne yek bi hezaran Ref û ref belav bûn çar parçê Kurdistan Em tevgerin tevger tev Qazî Muhemmed Em bûne perspektîf şoreşa însan da Em bûn îlm û îrfan şoreşa însan da

Ez im Kurdistan im Dêrsim û Botan im Serhed û Behdînan Amed û Berzan im Munzur û Dicle me Xabûr û Firatim Îro li ser Ararat galîleyê însanim Ji mirinan derxistim yekî jiyan da min Her bijî bi hezaran serokê gelê min

Bûn Che Guevara sedan bi hezaran Şêr û teyrên baz in şervanên Kurdistan Çêbûne bi agiran jîn bûn bi şehîdan Rakirin ala sor danîn li textê cîhan

Comments

No comments yet. Be the first.