Têxe lîsteyê
Gotin
Te jî dive rojên berê Tev da herin ji vêderê Tik û tazî em bi hevra biçin Ne tirs bimîn ne jî fedî Li ser xaka li wan sikaka Birevin li hev binerin li ber şibaka Baran bide tu li cem min be Şil bibin em şil bibin li wê neqebê Buhar hatibî rez û bexça Kulîlk vebibin li dor qelaça Tu kom bike gûl û beybûn Ez bihûnim ji serî re taca Ax por sorê zend bi morê Durî min tu neçe ezê bi gorî Hey rû li kenê te ez kuştim bi fenê Bi şana li çenê lê lê bi zêrê li gerdenê Li bendî te bama bi wê xweziyê Min dûr nexe ji wê hevîyê Kelîkekê tu were cem min Kû pez vegerin ji beriyê Dem payîz be ba bi fîz be Ez xort bama li wî gundî û yar tu jî qîz be Wer perîyê satil li piyê Min bi tenê ne hêle keçikê ji ve xwezîyê Wer perîyê satil li piyê Min bi tenê ne hêle keçikê ji ve xwezîyê

Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.