Listeye ekle

Sözler

Hê buhare, ax... E li welatê dûrî xerîb Dîsa xeberekê reş ji min re hatiye. Agir û petê berdane nav cerg û dilanê, ax... Lê dayê...

Sal 94, 30’ê Gulanê, 18 rêhevalên xweş, mê şoreşgerên Kurdistanê, Li deşta şewitî ya Erzinganê, Li çemê Sansarê.. Ax, de ti xirab Mal wêranê..

Leşkerên dijminê xwînxware Çember girtine li dora hevalane. Yek jî di wan de, biçûkê çar xwişk û du birane, Hevalê Rêzan, çavbelekê min, xortê ciwan, Mabû di nav lepên xwînxwaran. Canê ciwan dabû li ber gulan.. Nû bombane, dayê.

Ax, de bêje, dayê Ax, rebenê, Lê porê kurê Gulêwerê nemayê. Ez çawa ji bîr bikim wan kul û keserên giran? Heyanê sax bimînî, devrana wê dinyayê... Lê dayê.

Ay de bê, Ax, lê dayê Rebenê, por kurê Gulêwerê nemayê. De bê, De bê, De bêje, de bêje..

Dema sala 92, meha Adarê, Ez dihatim xerîbiyê. Min xatirê xwe dixwest Ji der û cîran û li gundiyane. Ax, lê dayê. Min ji hevalê Rêzan, Çav û biriyê reş û belek, Nestandibû tu ramûsanek. Lê min çi zanîbû, Ez nabînim ji wir ha da. Xortê ciwan bû ronîkê çawa... Lê, lê dayê.

Lê ez çi bikim, Îro xebera reş li min bûye mêvan. Wek xençerekî tûj u ertale. Li ser singa min dane. Agirêkî di nav dilê min de dane.

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.