Listeye ekle
Mehmet Atlı 1 takipçi

Sözler

Rêwîyê rêyek xerîb im, bilbilê baxek bîyanî Ez kilê çavê te me, tu êşa dil dizanî

Rojên bête bêmirûz in, tim hişyar e kela dil Rojek sar e, rojek germ e, vî agirî sot bilbil

Te deng birin, reng nemane li hawirdor Dilê bilbil çilmisî, gul xemilî bi xwîna sor

Rêwîyê rêyek dûr im, bi hêvî û bê şûr im Ey strana del û dîn, ez kulkêşek pispor im

Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Rêwîyê rêyek dûr im, bi hêvî û bê şûr im Ey strana del û dîn, ez kulkêşek pispor im

Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil Rêwîyê rêyek dûr im

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.