Add to playlist
Lyrics
Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî Dehil û zevî şîn û zer bûn, sorgenim simbil gihan Nanê jiyanê şehîdan, çi ji bona me pijî
PKK jiyan vejandî, fikra însan nameyan Top û zincîr wa şikandî, toz û gemar daweşand Pezkê wînda li çola bû, çi şivanê ber mîhan Dayka berxika xwî anî, xiste nav gul û giha
Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
Nûker û dijmin xuya bûn, poz li wan hat zîvirîn Ketine ber keysa gerîla, li newalan gincirîn Tehtê palo sîng vegirtin, li çiyayên Agirî Dûr kete xefka şivanî, Kurdistan lê sincirî
Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
Teyir û tilûrên mihacir, behsa hêlînan dikin Penpenîk serbest li agir, li tewafê fitilî Tovê serbestî we çandî, hûn şehîdê nemirin Tac û roniya gelan e, agirî venamirî
Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.