Têxe lîsteyê
Gotin
Qesem kim ez bi jana dil bi jana Bi fîxana ku jê da asîmana Bi nalîna jin û zarên Helebçê Birîn darê şeref mend bû ne seb çi
Bi xwîna wan şehîdên serfirazî Bi ala ser milê Mehmûd û Qazî Mîrê Miksî û bi Mîrê Cizîrî Bi peyvên Xanî û pîrê Herîrî
Bi zozanê Ararat û Mîdya kim Bi xwezanê welatê serheda kim Bi dengê bilbilê rengê gula kim Bi dengê dil kulê derdê dila kim
Bi kalîna pez û berxê li dana Bi nalîna bilûrê dest şivana Bi wîtînê çivîkê der buharê Qubînê kew ribatê li ser zinara
Bi qada Kurd û Kurdistan hemî kim Bi her dewran û her gav û demê kim Bi newroz û bi sersalên welat kim Ku doza bav û kala lê xebat kir
Qesem kim ez bi Ameda mûbarek Qesem kim ez sed hezar carî ne carek Welat qubla dil û canê me be bes Xebat li dîn û îmanê me be bes

Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.