Add to playlist

Lyrics

Di dilê min de lehî û boran Deng û vîna te bû me lorand Parî bû rastî ket destê derwêş Belav kir gav bi gav li çiya û rêwîyan

Ey derwêşo maşûqê eşqo Evîndarê nûra keska li aso Ji nifşa Elîşêr ji rengê Mûnzûro

Diyarî ji bo şevê roniya sibê Ji dayika Gulîzar nifşa hêviyê Di nava çar çiya derket ser dikê Şemala çavên wî ye rastiya jînê

Ey derwêşo maşûqê eşqo Evîndarê nûra keska li aso Ji nifşa Elîşêr ji rengê Mûnzûro

Comments

No comments yet. Be the first.