Listeye ekle
Koma Cûdî 3 takipçi

Sözler

Şehîd bazin li ezmana Di gel wan danîn hêlînê Namirin ew qet tucarî Li herder serbest dijîne

Bûne ronak li ezmana Şewq û tîrêj dane jînê Stêr û menga wan ji şerma Perda reş ji ser xwe danîne

Rengê findê can disojin Da yên li dora wan bijîne Can û rewan dikin gorî Da ku gel serbest bimîne

Li ber xwîna pakrewana Gul baxa bişkivînê Welat pir da pelê dara Xunava gula ji xwînê

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.