Têxe lîsteyê
Gotin
Tu hatî navşêrîna min Evîn û xemrevîna min Were xweşke birîna min
Bi xemla xwe tu wek Zîn î Şepal û şeng û şêrîn î Ji dozê ra tu durbîn î
Bi dildara xwe pir rind î Bi rûheyv û şekerxendî Di vê rê da hunermend î
Ji min can û ceger kuştin Dil û mêlak hemî mijtin Tijî tîr û ber û xiştin Bese ev jîna berbatî
Bese ey dilber û gawir Nebarîne li min awir Te can û dil kirin agir
Xerab hatin vê meyxanê Me mey da Ehmedê Xanê Cizirê te kirî fincanê Hezar û sed evîndar in Di vê rê da birîndar in Bi qêrîn û bi hawar in
Cegerxwîn bes bike forta Te dil da ber şûv û rota Tu pîr î lê wekî xorta Bi xwe kohê Ereratê
Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.