Têxe lîsteyê
Gotin
"nivîsvanê felekê, qelem ji dest'î ket
celadê felekê, şûrê dûdev ji dest'î ket
dinya hemî bû heng û kêf û kêfxweşî
feleka zal, ji kerb û hesret û dilreşî
çerxa felekê ya pîr, ewa ji rengê asîman
meqamê rehawî ji bo bihîstinê kir rewan
nivîsvanê felekê, qelem ji dest'î ket
celadê felekê, şûrê dûdev ji dest'î ket
stêra zuhre, xwe çengê erdê kir û lê zivirî
hîv jî çû ket birca kevjalê, û tê da veşirî
berê bala xwe dan zulf û xalan
dîtin ku dilan dibin bi talan
kesên ku hewar dikirin ji destê xeman
qet ferdekî ku dilşa nebû, nema ji wan
nivîsvanê felekê, qelem ji dest'î ket
celadê felekê, şûrê dûdev ji dest'î ket"
Şîrove
Ji bo şîroveyê têkeve. Têketin
Hîn şîrove tune. Yekem be.