Listeye ekle
Sözler
Min pişt ewran dît heyva çardeh rojî Zîv xemilî bi yek nêrîn dil kelî Fûrî bi kenê wê yê şêrîn Şewata wê li can bû birîn Min Hêlîna Dila li ser wê nivisîn Guhdar kir çavên wê beriqîn Ji min re got li vir nema aramî Ezê biçim ro bînim, bînim azadî
Ez hembêz kirim û girî Çend deqa wilo ma berneda Min got ma tu emîn î? got a Û bê dilê xwe destê min berda
Benda te me ber bîrê Bêrî min dûr biriyê Em vegerin beriyê Em ro bînin
Benda te me ber bîrê Bêrî min dûr biriyê Em vegerin beriyê Em ro bînin
Hey la lo lo kuro nemaye nemaye nemaye Bi rê ve meşka min qetiya şîrê min rijiya li zozana mame nemaye Lo lo êvare wext dereng e ezê biçim royê bînim Li hêviyan min nemîne sîwarê Hedbanê di dilê min de dilerzîne Kê dizanê kengî çavê min çavê te bibîne Qewlê me qediya Nemaye
Azadiyê dihebînim, bûka çîya me, nextê min girane, kelha me ji xelkê re mane Mala me werane, talane Ava bîrê jî nemîne, berim ber di bîrê de dimîne
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê) Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê) Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê) Em ro bînin (Em ro bînin)
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê) Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê) Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê) Em ro bînin (Em ro bînin)
Ew roja li Amara, naçê ji bîra min Bi hestiyarî dîsa vedigerim Di erebê de ew li kêleka min Cama xwe vekir û serê xwe derxist Ba li porê, çi xweşe wan kêliyan Destê xwe derxist wek ku firiya Bi destê dî destê min girt û keniya Li min nêrî û ji kêfa giriya Dibêjin cihê me winda ye Heskîfa me êdî nemaye Dibêjin tu şehîd ketî dîsa naye Şikefta me di bin avê de maye
Şevek hat mêvana xewna min bû Hingî min nizanîbû çûye kû? Min vê nivîsand mûyê laşê min rabû Wek ku li ba min bû Min destê te hîs kir li ser çengê xwe Nefesa te li pişt guhê xwe Stranên min tim bi hêvî ne Lê vê carê hestên min sêwî ne Benda te, benda me qetiya Tu gihîştî cihê xwe Ez hê jî rêwî me Di bîra min de ew kêlî ma Ser sax e lê dil sar û hêmî ye
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê) Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê) Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê) Em ro bînin (Em ro bînin)
Benda te me ber bîrê Bêrî min dûr biriyê Em vegerin beriyê Em ro bînin

Yorumlar
Yorum yapmak için giriş yap. Giriş
Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.