Têxe lîsteyê

Gotin

Çiyayê Qendîl tu dibînî Xwe bi sê rengan dixemilînî Harûn dibe mêvanê te Serbilind dililîne

Ew dilsozê roja xwe bû Dildarê gellê xwe bû Tirs û xova ser we rabû Dilşad û dilwêrek bû

Xeyala yazdeh salî ye Ber dengê rumetê ye Bazê çiyayê azad e Gabar û Besta bîye

Wê dilan da her tim bijî Bi bîr û baweriya xwe Bi soz e bi tolhildan e Lehengê Kurdistan e

Şîrove

Hîn şîrove tune. Yekem be.