Add to playlist
Hozan Dîno 0 followers

Lyrics

Şev j'tariya xwe tirsiya Gul b'kelemên xwe tirsiyan Ez b'evîna te tirsiyam yar Şev mane bi serên xwe Gul bi tenê serê xwe Ez mame b'hesreta te yar

Paramin jana jînê Jiyanam' ket kemînê Dîl bûm b'destê evînê yar Ez agir tu dûxan î Ez kevan tu jî tîr î Biçî jî tuyê vegerî yar

Xwîn li dil de keliya Evîn dil de heliya Çav mane li pey siya yar Vegere min nehêle Dibînî dil bê hale Wek xençera li ser dilê yar

Comments

No comments yet. Be the first.