Listeye ekle
Sözler
Gulê, bang kir, Sosinê, De lez ke, xwişka minê Sosin rabe, em dereng mane, Sosinê, mala minê Sosinê, Sosinê..
Sosin rabe, xwe bijdîne, Xwe bi çek û tifingan bixemilîne, Xwe bi şoreşê bilezîne, Bi xwe re şervanan bigihîne. Sosinê mala minê, Ax Sosinê, ax Sosinê.
Gulê, bang kir, Sosinê, De lez ke, xwişka minê Sosin rabe, em dereng mane, Sosinê, mala minê Sosinê, Sosinê..
Sosin dibên: şêr e şêr e, Lê çi jin e, lê çi mêr e. Xelk tev çûn, em dereng man. Tu jî rabe, bi tevgêre, Sosinê, mala minê, Ax Sosinê, ax Sosinê.
Gulê, bang kir, Sosinê, De lez ke, xwişka minê Sosin rabe, em dereng mane, Sosinê, mala minê Sosinê, Sosinê..
Sosin dengê partîzanan, Xweş tê ji çiya û zozanan. W'em destên xwe bidin van. Bo xilasiya Kurdistanê, Sosinê, mala minê Ax Sosinê, ax Sosinê.

Yorumlar
Yorum yapmak için giriş yap. Giriş
Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.