Add to playlist
Lyrics
Çavên te wek morî De razê lorî lorî Ev şevên reş û tarî Roj derê bimirî
Gurên har li hev kirin Ev dinya reş kirin Ar şeref ji bîr kirin Dile me birîn kirin .
Lê nabe berxêm nabe Roja me tari nabe Bi tîn u şewqa wî Bexta me ronî dibe
Ey teyrên li ezman Pêlên avê çeman Bigrin bibin bi xwarê Vî dilê bê derman
Biçin ber bi roja me Bibin dilê me Bêjin halê me Bê wi nayê sebra me
Lê nabe berxêm nabe Roja me tari nabe Bi tîn u şewqa wî Bexta me ronî dibe
Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.