Listeye ekle
Sözler
Xerîb gotegote Cotyar çûne cote Xerîbê kember difrote

Oy oy min xerîbê Bê tal û nesîbê Xwedê neke kes xerîbê Oy oy min xerîbê Oy oy min delîlê Xwedê neke kes xerîbê
Oy oy min xerîbê Oy oy min delîlê Xwedê neke kes xerîbê
Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê... min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê Ewê bûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê Ewê xêr ji ciwanîya xwe nebînin Dayê rebenê...
Xerîba beyanî Agir girte xanî Kes halê xerîbê nezanî

Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Xwe heram kir nanê bavê
Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Xwe heram kir nanê bavê
Oy oy min xerîbê Bê tal û nesîbê Xwedê neke kes xerîbê Oy oy min xerîbê Oy oy min delîlê Xwedê neke kes xerîbê
Xerîba xwedê yo Berbangê rojê yo Hesreta dayik û bavê yo

Xerîba beyanî Agir girte xanî Kes halê xerîbê nizanî
Xerîba beyanî Agir girte xanî Kes halê xerîbê nizanî
Oy oy min xerîbê Bê tal û nesîbê Xwedê neke kes xerîbê Oy oy min xerîbê Oy oy min delîlê Xwedê neke kes xerîbê
Oy oy min xerîbê Oy oy min delîlê Xwedê neke kes xerîbê
Oy oy min xerîbê...

Yorumlar
Yorum yapmak için giriş yap. Giriş
Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.