Add to playlist
Lyrics
Wey lo, wey lo, wey lo lo Wey lê, wey lê, wey lê lê
Ev çi xewek şêrîn bû Ev çi xewnek rengîn bû
Mi' di xewna xwe de dî bû Kurdistan rizgar bi bû
Çûm ser birca Diyarbekir Min wa li xwe meyze kir
Bala xwe da mizgefta Şêx Seîd lê bi dar vekir
Ew Şêx Seîdê Pîran Got keç û xortên kurdan
Bi milyona Kurd hene Wê pir çê bin ser hildan
Ji wir çûme Agirî Dilêm hûr hûr digirî
Ji nişkavde dengek hat Ew dengê doktor Fûad
Çûm Dêrsimê di çiyê da Xweş hilkişyame tê da
Di bin her kevrekî da Seyid Rizokî tê da
Paşê çûme ber bi jêr Rastî min hat Alîşêr
Di got: Lo lo Şivano Berxê nêr ji bo nan kir
Di Dêrsimê, şêr, şêr e Çi jin e, ha, çi mêr e
Zêrzanî, ha zorzanî Devê tivinga morzanî
Pêre çûme Mehabad Gelek kes bi pêrgêm hat
Çûm bajarê Mehabad Gelek kes bi pêrgêm hat
Çi şahî, çi xweşî bû! Go: Şivano tu bi xêr hat
Çûm meydana Çarçira Çend hêstran got li wira
Ax lê dînê dunya yê lê Qazî Mihemed bi bîram hat
Ha, ha ha, ha, ha Ha ha, ha ha, ha
Pêre çûme va Berzan Ew Berzanê şêr çiyan
Çek û rext hildigirt milan Awirêm xwe tuj kir wek bazan
Di go: biçin Kerkûk ê Bikirin şala bûkê
Bikin zava Pêşmerge Li ser çayên Duhokê
Pêşmerge bi zehmetê xwe Xwîna xwe rijand ji bo me
Bo azadiya gelê me Xwîna xwe rijand ji bo me
Ha barîk, barîk, barîk Bûk û zava li hev bimbarîk
Ha barîk, barîk, barîk Bûk û Pêşmerge li hev bimbarîk
Gava Şiyar bûm ji xew Ne ew rastîya me, derew
Ji we pir dikim hêvî Vê xewnê bibin serî
Comments
Sign in to comment. Sign in
No comments yet. Be the first.