Listeye ekle

Sözler

Zulfiqara Şahmerdanin dest gerîllan da Em Ayetul Kursînê ser zimanan da Cengawerê şehîdan in li çar doran da Gurzê Ristemê Zal in dest Egîdan da

Ya Horî, ya Xidir, ya Duzgin Baba Sedsalan Kurdistan bûbû Kerbela Zulfiqara Şahmerdanin dest gerîllan da Em Ayetul Kursînê ser zimanan da Cengawerê şehîdan in li çar doran da

Ya Pîr Sultan Abdal, ya Munzur Baba Hûn hêvî û gumanan, Pîr Seyîd Riza Gurzê Ristemê Zal in dest Egîdan da Artêşa kardox Medane li ber ezmanan da Ava Muslimê tev berdan li Kurdistan da

Ya Seyîd Nesemî, Can Ebdel Musa Stêrka şahê merdan in, ala Kurdan da Em hatina Mehdî ne îro li cîhan da Yekbûyîna însanin li ser erdan da Em giyana Şêx Seîd in Me nûh jiyan da

Ya Baba Mansûrê me, Pîrê axûcan Serhildana Baba Îshak îro me meşand Rêbertî û serwerî me daye nîşan Îro jiyana însanin, Însan in, însan Em in tofana neyar û zûlimkaran.

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.