Add to playlist

Lyrics

Welat

Hey welat welat pir sêrîn welat Taca cîhanê xemla roj hilat Tev petrol û kanî û darê zôr zewat Li nav te xabûr Decle û ferat

Di nav te dene bajarên bişan Yek Waş û kani, paytexta Mîtan Yek ji amedî, paytextê Midiya Yek darê Ekmîn ferman û berat

Ji nav te rabûn Keyxanên bilind Wok Keyxesrewi Restem çend û çend Wan ferman kirin ta Yonan û Hind Wan ava kirin pir birc û c û kolat

Ew dîlawema lawê te kurd bûn Gelek jêhati mêrxas û merd bûn Xwedan serbaz û xurt hêz û cergbûn Dujmin ji dset wan tev de man sermat

Gelê li dor wan xulamê wan bûn En tazî û pôxwas, hov û nezan bûn Birc û kelên te bi i wan wan wêran bûn Li te fermankir ê ku ji dûr hat

Nevyê te ketin bin destê neyar Îro bûn rôncber birçî û hejar Gel tev serbest bûn em kurd man bêwar Wer bê Buhar man dema me nehat

Comments

No comments yet. Be the first.